Serokwezîr Ahmet Davutoglu do êvarê mala xwe bar kir Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê.
Davutoglu li avahiya xwe ya li Kuçeya Kirlangiçê dima û hat zanîn ku mala xwe bar kir Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê. Davutoglu îro ber destê sibehê ji bo bernameya xwe ya rojane ji Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê derket.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di dema serokwwzîriya xwe de li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê 12 salan ma.