Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku peywira Wezareta Karên Navxweyî ji bilî peydakirina şert û mercên ewlehiyê, xebata ji bo gel e û wiha dewam kir: "Em ê di burokrasiyê de şoreşekê bikin. Prosedurên karên navxweyî wê di demeke kurt de pêk bên."
Davutoglu li Wezareta Karên Navxweyî piştî brîfîngê daxuyanî da.
Serokwezîr Davutoglu got ku li wezaretê der heqê karên ji bo jiyana gel de agahî dan wî û wî jî telîmat da ku xebatên ji bo gel demildest bikevin dewrê.
Davutoglu der barê xebatan de agahî da û got ku Wezareta Karên Navxweyî ji bo xizmeta gel heye.
Davutoglu wiha axivî: "Mesela guhertina paşnavan... Guhertina paşnavan ji bo gelek welatiyên me pêvajoyeke dirêj e û divê serî li dadgehan bidin. Bi sepana nû ve welatî wê bikaribin bi daxwaznameyan ve paşnava xwe biguherînin. Karên bûyîn, mirin û guhertina adresan wê li ser înternetê bên kirin. Nasnameyên nû yên elektronîk û biyometrîk, wê ji meha çileya pêşîn û pê ve bên dayîn."