ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan destnîşan kir ku daxuyaniya wî ya ji bo Cizreyê eşkere ye û wiha dewam kir: "Dewlet bi polês û leşkerên xwe xwediyê wê hêzê ye ku welatî û bajaran biparêze."
Akdogan li hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Bê talihiyek e ku hin siyasetmedar tenê sernavan dixwînin û li naveroka nûçeyan nanhêrin û şiroveyan dikin, daxuyaniya min a ji bo Cizreyê eşkere ye. Dewlet bi polês û leşkerên xwe xwediyê wê hêzê ye ku welatî û bajaran biparêze."