ŞIRNAK
Jin û kurê Abdullah Denizê (65) ku li Cizîra navçeya Şirnexê di pevçûnên ku di navbera YDG-Hya şaxa ciwanên rêxistina PKK û endamên HUDA-PARê da derket da mir, qala bûyerê kirin.
Behiye Denizê destnîşan kir ku bûyer bi şev dest pê kirin û got ku mêrê min ji bo ku rewşa nas û cînaran hîn bike derket derva.
Denizê diyar kir ku gule berdan Abdullah Deniz û wiha dewam kir: "Min dît ku mêrê min kuştin. Min û keça xwe ew kaş kir û anî hundir. Ez û qîza xwe bê çare bûn û em giriyan."
Kurê Abdullah Deniz, Azîz Deniz (34) jî got ku roja bûyeran ez beriya bavê xwe çûm mala xizmên xwe.
Deniz wiha axivî: "Bavê min ji bo ku rewşa xizm û nasan mereq dike derdikeve derva, ji avahiya himber guleyê berdidin û li sînga wî dikeve, birîndar dibe. Me nikaribû wî bibin nexweşxaneyê. Ji ber çûyîna xûnê mir."
Deniz diyar kir ku paşiyê tîmên polêsan bi 10 wesaîtên bizirx hatin ber malê û wiha got: "Pevçûn û şer dewam dikir. Du polês hatin hundir ku alî me bikin da ku em bavê min bibin, lê dîsa gule berdan. Em 15 deqîqeyan di malê da man. Wesaîtek nêzî ber derê me bû û me bavê min bir ewlehiyê."