ÎSLAMABAD
Rayedarên îstixbarata Pakistanê teyîd kirin ku agahiya mirina Mela Omer bi îstixbarata Efxanistanê re parve kirin.
Rayedarê îstixbarata Pakistanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Me jî xeber hilda ku Mela Omer miriye û me ev agahî da îstixbarata Efxanistanê."
Rayedarekê payebilind ê hikûmeta Pakistanê jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got piştî daxuyaniya fermî ya hikûmeta Efxanistanê ewê jî daxuyaniya fermî bidin.
Rayedar destnîşan kir ku hevdîtinên aştiyê yên Efxanistanê yên li Pakistanê ew ê dewam bikin û wiha got: "Dibe ku kesên payebilind beşdarî hevtîinana bibin. Dibe ku Mela Ahterê merivê herî girîng ê Mela Omer jî tevlî hevdîtinê bibe. Wek mayîn dibe ku Wezîrê Karên Deva yê Efxanistanê Selahedîn Rebbanî jî tevlî hevdîtinê bibe."
Wer tê pîlankirin ku hevdîtina 2yan a di navbera Efxanistanê û Talîbanê de roja înê li Pakiatanê bê kirin.
Rayedarekê ji hikûmeta Efxanistanê îro diyar kiribû ku Mela Omer 2 sal berê ji ber nexweşiyekî li pakistanê miriye.
Li bendêne ku hikûmeta Efxanistanê der barê mijarê de îro daxuyaniyeke fermî bide. Talîbanê hê daxuyaniyek neda.
Talîbanê ji vir 2 hefte berê li ser navê Mela Omer peyama pîrozkirina eydiya Remezanê dabû. Beriya vê jî der barê mirina Mela Omer de hin îdia derketibûn.