DIYARBAKIR
Bi pêvajoya çareseriyê ra pevçûn sekinîn, li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê aborî di serî da, di her qadê da geşedanên erênî çêbûn. PKKya rêxistina terorê ev pêvajo ji xwe ra kir firsend û eleman qezenc kir û organîze bû. Şûna ku çekê dayne, çalakî kirin ku "pêvajoya aştiyê" têk biçe.
Bi pêvajoya çareseriyê ra li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê aramî çêbû. Dewletê gav avêtin, veberhênan kirin û teşwîq dan. Bi saya van perwerde, aborî, tenduristî, tûrîzm, çandinî û heywandarî di serî da di her qadê da guhertin û geşedanên pir mezin çêbûn.
Di nav 10 salên dawiyê da di qada mafên bingehîn û azadiyan da reform hatin kirin û paşê pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê 30 salî şertên derasayî hebûn. Piştî vî 30 salî herêm bi xwe va hat.
Li herêmê ji ber pevçûnan veberhênan nedihatin kirin. Bi saya serê pêvajoya çareseriyê hizûr û pêbawerî çêbû, veberhênanan zêde bûn. Di demeke kurt da ji aboriyê heta tûrîzmê, ji perwerdeyê heta tenduristiyê di her qadê da pêşveçûnên mezin çêbûn.
- Veberdêr ketin dorê
Piştî ku aramî û pêbawerî çêbû, veberdêr ketin dewrê û Herêmên Sanayiyê yên Organîze (OSB) ji sedî sed tije bûn. Veberdêr ketin dorê ku li Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Şanliûrfa û Adiyeman di serî da, li gelek bajaran dest bi avakirina herêmên sanayiyê kirin.
Beriya pêvajoya çareseriyê li OSBa Batmanê 50 fabrîka hebûn, niha 75 fabrîka lê dixebite. 200 miteşebis ji bo ku veberhênanê bikin, li benda erse ne.
Li OSBya Diyarbekirê di nav 2 salên dawiyê da ji sedî 50 veberhênana ku hat kirin zêde bû. 100 miteşebis ji bo ku fabrîkayê ava bikin, li benda erseyê OSBê ne.
OSB Mêrdînê jî wek ya Diyarbekir û Batmanê ji sedî sed tije bûye. 170 veberdêrên ku dixwazin fabrîkayê ava bikin, li benda erse ne.
Zagona Teşwîqê ya Nû ji bo piştgiriya pêvajoyê di hezîrana 2012an da ket dewrê. Bi vê zagonê va li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo veberhênanê piştgirî hat dayîn. Li 15 bajaran hat plankirin ku veberhênan werin kirin. Pereyê van veberhênan bi veberhênanên biyanî yên heyama îlona 2010 û 2014an va derket 3 milyar û 473 milyonan. 2,3 qat zêde bû. Di heman heyamê da di çarçoveya veberhênanê da îstixdama plankirî jî ji sedî 24 zêde bû û bû 13 hezar û 741 kesan.
- Îxracat ji 10 milyar dolarî derbas bû
Bi pêvajoya çareseriyê ra veberdêran li herêmê veberhênan kir û îxracata Rojhilat û Başûrê Rojhilat jî zêde bû.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê, îxracata bajarên herêmê di 2012an da dora 9 milyar dolaran bû. Ji dawiya par pê va îxracat ji sedî 17 zêde bû û derket 10,4 milyar dolarî.
Di vê heyamê da îxracata 14 bajarên Herêma Anadoluya Rojhilat ji sedî 33 zêde bû û ji 927 milyon dolaran derket 1,2 milyar dolaran. Îxracata 9 bajarên Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê jî sedî 14 zêde bû û ji 8,1 milyar dolaran derket 9,2 milyar dolaran.
Ji bajarên herêmê Tûnceliyê heta 2012an hîç îxracat nekiriye. Ji dawiya sala 2014an pê va Tûnceliyê jî 328 hezar dolar îxracat kir.
- Nêzî 188 hezar kes vegeriya gund
Ji ber ku bûyerên terorê salên dûr û dirêj dewam kirin, gelek kesan ji gundê xwe koç kir. Ji 386 hezar û 360 kesan 187 hezar û 861 kes, bi desteka Projeya Vegera Gund û Rehabîlîtasyonê va vegeriyan li ser axa xwe.
Li Adiyeman, Agirî, Batman, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Hekarî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Tûncelî û Wan 386 hezar û 360 kes di heyama pevçûnan da mecbûr man û ji ber terorê ji gundên xwe koç kirin. Bi desteka Projeya Vegera Gund û Rehabîlîtasyonê va 28 hezar û 384 xanedan 187 hezar û 861 kes vegeriya gundê xwe.
- Çandinî û heywandarî zêde bû
Li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê 3 milyon û 500 hezar hektar qada çêrê, zozan û qişle peyder peyder vebûn.
Ji ber bûyerên terorê li herêmê heywandarî li ber qedandinê bû. Wezareta Xida, Çandinî û Heywandariyê teşwîq pêşkêşî cotkaran kir û di çarçoveya pêvajoya çareseriyê da zozan û qadên çêrê vebûn, ji ber ku welatî vegeriyan gundên xwe, heywandarî zêde bû.
- Tûrîstan berê xwe da Rojhilat
Ji ber ku li herêmê bûyerên terorê hebûn, tûrîst nediçûn herêmê. Bi pêvajorê ra herêm ji bo tûrîzmê cardin xurt bû û tûrîst cûn herêmê hatin.
Bi hinceta ewlehiyê kes nediçû Rojhilat û Başûrê Rojhilat. Cihên dîrokî û bedewiyên siruştê piştî pêvajoyê bal kişand. Bi hezaran tûrîst çûn herêmê.
Miteşebisan ji bo tûrîstan tesîs vekirin û di demeke kurt da sektora tûrîzmê xurt bû û bi hezaran kes hatin îstixdamkirin.
Li Diyarbekirê di nav 2 salan da hejmara tûrîstên ku çûn bajêr ji sedî 130, hejmara tûrîstên xwemalî jî ji sedî 35 zêde bû.
Par 400 hezar kesan jortir tûrîst li Mêrdînê man. Bi tûrîstên ku ji bo rojekê jî hatin va ev hejmar derket milyonekê.
Ji ber bûyerên terorê dengê çekan ji çil û çiyayên xalî nedibû, lê piştî pêvajoyê aramî çêbû, li ser çiyayan çalakiyên sporê hatin kirin. Li Şirnex, Sêrt, Hekarî û Tûnceliyê çalakiyên paraşut, raftîng û meşê hatin kirin.
Li Çiyayê Katoyê ku li Beytuşşebapa Şirnexê ye, şenlika bafirokan hat kirin.
Qaymeqamtiya Silopiyê bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê "Projeya Ji bo ciwanan dem dema Çareseriyê ye" çêkir û 35 xwendekarên zanîngehê ji Polonya, Tûnis, Gurcistan, Îtalya û Ukraynayê hatin Şirnexê. Midûriya Bajêr ya Xizmetên Ciwanî û Sporê çalakiya "Pedal ji bo Aştiyê tên zivirandin" hat kirin û li pêşa Çiyayê Cûdiyê pisqilêt ajotin.
Bi pêvajoya çareseriyê ra li Mêrdîn, Diyarbekir, Batman û Wanê di kategoriya neteweyî û herêmî da organîzasyonên sporê hatin lidarxistin.
- Rêxistinê ne aştî "tevgerbûn" tercih kir
Ligel gavên erênî û biryara bêçalakîtiyê rêxistina terorê PKKyê ev serdem wekî firsendeke tevgerbûnê dît û hewl da ku bêtir neferan tevî qadroyên xwe bike. Rêxistinê zarok û ciwan xapand û derxist serê çiya û tevî qadroya xwe kir. Şûna ku çekan dayne û vekişe dervayê sînor, dest bi êrîşên ku dê "pêvajoya çareseriyê" bişikêne kir.
Bi taybetî jî piştî daxuyaniya KCKyê ya di tîrmehê de ya gotin ku êdî "ewê êrîşî bendav û wesayîtên ku du înşeata bendavê de tên emilandin bikin" û şûnde rêxistina terorê êrîşên xwe zêde kirin.
Mensûbên rêxistina terorê yên ku li dijî hêzên ewlekariyê çalakî pêk anîn, wesayît û makîneyên kar ên ku di avakirina firokegeh, bendav û qaleqolan de tên emilandin şewitandin, mitehît û karker tehdît kirin û xwestin ku veberhênanan asteng bikin.
Endamên rêxistinê êrîş birin ser bendavên ku li herêmê tên çêkirin yên ku dê rê li ber îstixdama bi hezaran kesî vekira û herwisa dê rê li ber koçberiyê bigirta. Mensûbên rêxistinê li ser rêyên bendavan teqemenî bi cih kirin û bi vî hawî hêzên ewlehiyê û şofêrên wesayîtên ku amûran dibin înşeatê kirin hedefa xwe.
Terefdarên rêxistinê di vê pêvajoyê de hin tişt ji xwe re kirin hincet û çalakiyên bêdestûr li dar xistin. Vê çaxê di serî dibistan, zirar dan avahiyên qamûyê, kargeh û wesayîtan.
- Bûyerên 6-8ê Cotmehê
Piştî êrîşên rêxistina terorê DAEŞê yên li dijî Kobanêyê (Eyn el Ereb) HDPyê bangî gel kir û di 6-8ê Cotmeha 2014an de çalakiyên bêdestûr hatin lidarxistin. Di çalakiyan de tevî Yasîn Boru û hin hevalên wî yên ku li Diyarbekirê qetil kirin, bi tevahî 42 kes mirin û nêzîkê 200 kesî jî birîndar bûn. Di xwepêşandanan de dibistanî kitêbxane, kevngeh, şaxên banqeya û kargehan zirar dîtin û gelek wesayît hatin şewitandin.
Li Şirnexê piştî bûyerên 6-8ê cotmehê, endamên tevgera ciwanên rêxistina terorê PKKyê, YDG/Hê ji bo ku nehêlin wesayîtên bizirx ên hêzên ewlekariyê bikevin nava taxan, li Cizîrê 184, li Sîlopyayê jî 40 xendek kolandin. Xendekên ku bûn sedema nerazîbûna welatiyan dû re bi destê ekîbên şaredariyê hatin tijekirin.
- Zextên di pêvajoya hilbijartinê de
Rêxistina terorê PKKyê li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zext da ser gunparêzên ku bi salan di têkoşîna bi terorê de mil dabûn TSKyê da ku çekan daynin.
Mensûb û terefdarên rêxistinê beriya hilbijartinên 7ê hezîranê li herêmê zordestiya dengdêran kirin ku "dengê xwe bidin HDPyê."
Li Sêrtê mixtarê gundekî û li Şirnexê jî endamekî HUDA PARê hatin kuştin, li Wanê dîmena "lûleyên ku xwîn jê diherikin" bi bîlbordan ve kirin, belavokên mîna, "ma hûn ditirsin, tevdîra xwe bistînin?" belav kirin, Li Erdîşê pankartên, "ji xeynî HDPyê beşdariya partiyeke din xeter û qedexe ye" daliqandin. Van nimûneyan hemû dan nîşanê ku li ser îradeya hilbijêran zext heye.
- Êrîşa terorê ya li Sirûcê
Bi bahaneya protestokirina êrîşa terorê ya li Sirûcê ve di navbera 20-22yê tîrmehê de çalakiyên bêdestûr hatin lidarxistin û 11 jê polês 24 kes birîndar bûn, avahî û wesayîtên qamûyê û kargehan zirar dîtin.
- Çend êrîş ji êrîşên PKKyê yên di van rojên dawîn de
- Li Saraya navçeya Wanê di 19ê Tebaxa 2014an de terorîstan kemîn danîn û gule agir kirin. Di encama guleagirkirinê de Tegmen Emre As (23) hat şehîdkirin û leşkerek jî birîndar bû.
- Li Kayapinara navçeya Diyarbekirê jî di encama du êrîşan de di 25ê Tebaxa 2014an de polês Osman Bal û rojekê şûnde jî hevkarê wî Alî Kiziloglu hatin şehîdkirin.
- Li Bîngolê di 9ê Cotmeha 2014an de piştî çalakiyên bêdestûr Midûrê Ewlekariya Bajêr Atalay Urker, Alîkarê Midûrê Ewlekariyê Atif Şahîn û Serkomîser Huseyîn Hatîpoglu tûşî êrîşa mensûbên rêxistinê hatin. Di êrîşê de Şahîn li cihê bûyerê, Serkomîser li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê şehîd ketin; Urker û polês Ugur Adli jî xedar birîndar bûn.
- Li Baglara navçeya Diyarbekirê di 29ê Cotmeha 2014an de Astsûbay Serçawiş Nejdet Aydogdu dema ku li bazarê ligel jina xwe danûstendin dikir, di encama êrîşa kesên rûpoş de hat şehîdkirin.
- Li Diyadîna navçeya Agiriyê di pevçûna ku di 11ê Nîsanê de qewimî de 4 leşker birîndar bûn, 5 endamên rêxistinê jî hatin kuştin.
- Li Sêrtê li gundê Baggizeyê tevî mixtar gunparêz Mustafa Turhan di 29ê nîsanê de hatin şehîdkirin.
- Di 25ê gulanê de li Erdîşa navçeya Wanê gunparêz Abdulbarî Gul di encama êrîşa çekdar de şehîd ket.
- Li Sêrtê di 7ê tîrmehê de polês Bunyamîn Torgut di dewriyeya li ser rêya Erûhê de di encama gulereşandina ji erebeyekê de şehîd ket.
- Li Komira bajarokê Adiyamanê di 20ê tîrmehê de di navbera hêzên ewlekariyê û mensûbên rêxistina terorê PKKyê de pevçûn derket di pevçûnê de Serbazê Pispor Musellîm Unal şehîd ket, 2 leşker birîndar bûn.
- Li Celanpinara navçeya Şanliûrfayê di 22yê tîrmehê de polês Feyyaz Yumuşak û Okan Acar bi destê mensûbên rêxistina terorê PKKyê ve li mala wan hatin şehîdkirin.
- Li Yenîşehîra navçeya Diyarbekirê di 23yê tîrmehê de di encama êrîşa terorîstan de polêsê trafîqê Tansû Aydin şehîd bû û Alî Karahan jî birîndar bû.
- Li Licêya navçeya Diyarbekirê di 25ê tîrmehê de li ser rê erebeya bombebarkirî hat teqandin û di encamê de Cendirmeyê Çawişê Pispor Mehmet Koçak û Cendirme Serçawiş Îsmaîl Yavuz şehîd ketin û 4 leşker jî birîndar bûn.
- Li Nisêbîna Mêrdînê di 26ê tîrmehê de di encama êrîşa çekdar û bi teqemenî ya li dijî Îstasyona Trafîqê ya Herêmê de 3 polês birîndar bûn.
- Li Milazgira navçeya Mûşê, Fermandarê Cendirmeyên Navçeyê Serheng Arslan Kûlaksiz di 27 tîrmehê de tûşî êrîşa çekdar a terorîstan hat û şehîd ket.
- Li Şemzînana navçeya Hekariyê di 28ê tîrmehê de dema ku Çawişê Pispor ê Peyade Ziya Sarpkaya li ber banqeyê xwest pere bikişîne tûşî êrîşa terorîstê rûpoş hat û şehît ket.
news_share_descriptionsubscription_contact
