ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê der heqê biryara Doza Ergenekonê de li ser malpera xwe daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek Hêzên Çekdar ên Tirk bawer dikin ku doz dê di çarçoveya darizandina dadmend de li gor heqaniyetê bi dawî bibe.''
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di Doza Ergenekonê de 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê der heqê hin personelên mûwazaf û teqawîd de biryara mehkûmiyetê daye.
Di daxuyaniyê de wiha hat dewamkirin: "Lêpirsînên der heqê xebatkarên TSKê de ji nêz ve tên teqîbkirin. Ji bo ku xelet neyê fêmkirin, divê em bi eqlîselîm, sebir û metanetê tevbigerin. Em xemgîniya hevalên xwe û ya malbatên wan ji dil û can dijîn. Em wek TSKê bawer dikin ku darizandina navborî di çarçoveyeke adil de li gor heqaniyetê dê bi dawî bibe."