Greva birçîbûnê ya ku Fîdan Ûlagê digel zarokên xwe ji bo vegera lawê xwe yê ku endamên rêxistina terorê derxistin serê çiya dest pê kiribû, dewam dike.
Fîdan Ûlaga 55 salî îdia dike ku endamên rêxistina terorê kurê wê Feramûz Ûlag (20) ê ku li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê di Fakulteya Tibê pola sêyemîn de dixwend birin serê çiya. Ûlagê ji ber vê yekê digel lawê xwe Mujdat û qîzên xwe Songul, Berna, Gulcan û Seylanê li Parka Seyît Riza kon veda û li vir dest bi greva birçîbûnê kir. Fîdan Ûlagê daxuyanî da nûçegihanan û got: "Em ji duh ve di bin baranê de li vir disekinin, em perîşan bûn."
Ûlagê got ku tu kes dengê wan nabihîze û wiha axivî: "Em wiha di bin baranê de disekinin. Zarokên min greva birçîbûnê didomînin."
Ûlagê got ku ew nexweş e û wiha dewam kir: "Bi vî halê min ê nexweş çawa ev yek anîn serê min, gelo kîjan wicdan, kîjan însaniyet vê qebûl dike. Ez nizanim emrê min çiqas e; lê ez naxwazim bi hesreta lawê xwe bimrim. Ji bo xatirê Xwedê, heke piçek jî wijdana wan heye bila lawê min ji min re bînin, ez tiştekî din naxwazim. Bila lawê min paşve bişînin."
Gulcan Ûlaga (19) ku xwendekara zanîngehê ye jî got ku ew ne bawer e ku birayê wê bi dilxwazî çûbe serê çiya û wiha axivî: "Birayê min di 4ê mijdara 2014an de hat Stenbolê bal min. Got dê sala bê qeyda xwe hilde Stenbolê û bi hev du re xanî bigrin û bi hev du re bixwînin. Yekê ku wiha biaxife ne bawer im ku bi dilê xwe çû be serê çiya. Heta birayê min venegere ji vir naçim cihekî din."