24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
TUNCELÎ
Li Tûnceliyê pîrên elewî bi armanca bidawîbûna pevçûnan û faalkirina "Pêvajoya Çareseriyê" û bi taleba aşitiyê ve ji bo 4 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bi dorê kirin.
Li Tûnceliyê pîrên elewî yên ku di heman demê de rîspî û serkêşên elewiyan in li Qada Seyît Riza bi daxuyaniyeke hevpar ve destnîşan kirin ku ji bo "aşitî"yê wan dest bi greva birçîbûnê ya bi dorê kirin.
Pîrê elewî Îbrahîm Kete di daxuyaniya xwe ya li ser navê komê de diyar kir ku digel ku eyd e, lê li herêmê herikîna xwîn û giriyê dewam dike û wiha pê de çû, "Li dera ku lê xwîn diherike cejn nabe, heger bibe ew jî şîn û girîn e. Ji ber vê ye ku em wekî pîr û ewladên ocaxên Dêrsimê eydaniyê nakin. Di tevahiya eydê de em li vê qadê ji bo 4 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bi dorê dikin".
Kete bal kişand ku ew dixwazin pêvajoya çareseriyê bira di qonaxa ku lê mabû de dîsa were meşandin û wiha got: "Em vê rewşê qebûl nakin û ji vê re rizaya me tuneye."
Pîrên elewî yên li qadê, piştî daxuyaniyê ji bo "aşitî"yê mûm vêxistin û loqme belav kirin.