Elif Irmak
28 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2020
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu ragihand ku dayîna burs û krediyên xwendekarên perwerdeya bilind îro dest pê kir.
Wezîr Kasapoglu di daxuyaniya xwe ya der barê dayîna burs û krediyan da ragihand ku dayîna burs û krediyên perwerdeya bilind a ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan mizgînî da ku dê beriya Eyda Qurbanê bên razandin ji 28ê tîrmehê pê va li ser hesabê xwendekaran tê razandin.
Wezîr Kasapoglu diyar kir ku dayîna burs û krediyan li gor xaneya dawîn a nimreya nasnameya TCyê dê bê kirin û dayîna ku îro dest pê kir dê di 30yî tîrmehê da temam bibe.
Yên ku dawiya nimreya wan a nasnameya TCyê "0" û "2" ne dê 28ê tîrmehê da, yên "4" û "6" in di 28ê tîrmehê da û yên "8" in jî dê di 30yê tîrmehê da bikarin burs û krediyên xwe bistînin.