19 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan: "Li herêmê di bin navê tekoşîna li hember DAÎŞê de, tekoşîneke ku ji bo hêza xwe ya siyasî xurt bike tê dayîn. DAÎŞ wek mifteya îngîlizan her deriyî vedike. Him ji bo ku siyaseta hundir tanzîm bike û him jî ya sînor tanzîm bike tê bi karanîn."
"Welatiyên me dizanin ku li aliyekî dewleteke ku dibistan, nexweşxane û gel himbêz dike heye û li aliyekî jî rêxistineke ku bombeyan diavêje dibistanan, pêşdibistanan dişewitîne, guleyan berdide nexweşxaneyan û dişewitîne û jiyana gel tevlihev dike heye. Rêxistin mirin e û dewlet jî hêvî û jiyaneke însanî ye."
"Bi rêxistinê ra, bi Îmraliyê ra an jî wekî din tu hevdîtin tunene."
Akdoganê Alîkarê Serokwezîr got, "(Li ser îdiayên di kêtêba bi navê Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad da) Ev ji xwe berevajîkirin e, pevxistin e û manîpilasyon e. Ev jî nîşan dide ku çiqasî bêcidiyet li meseleyê mêze dikin. Wana di dewsa encama ku bi pêvajoyê bihata bidestxistin da pêvajoyê îstismar dikin û hewl dan ku ji vê quwetê bistînin û pêvajo sabote kirin."