ŞIRNAK
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo ku balê bikşîne ser şer û pevçûnên li Kobanêya Sûriyeyê, li ser sînorê Cizre-Sûriyeyê kon vegirt.
Koma ku di navbera wan de Parlementerê Şirnakê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz û Seroka Şaredariya Cizreyê Leyla Îmret jî heye bi pêşengiya DBPyê ve li taxa Sûrê kom bûn û ji bo kon vegirtinê ber bi sînorê Cîzre-Sûriyeyê ve meşiyan.
Kom di bin tewdîra polês û cendermeyan de gihîşt cihê ku dê kon lê vegirin.
Sariyildiz li vir bi kurmancî axivî û destnîşan kir ku kurdên li Sûriyeyê wek egîdan ji bo xîreta xwe şer dikin û wiha dewam kir: "Kurdên li Sûriyeyê di bin şert û mercên gelekî zehmet de ji bo xîret û azadiya xwe şer dikin. DÎŞI bi wan çekên giran ên ku li Mûsilê bidest xistin ve êrişî gelê kurd dike."
Sariyildiz bal kişand ser bûyerên ku li Rojavayê Sûriyeyê diqewimin û wiha pê de çû: "Şoreşa Rojavayê bi tenê ne şoreşa Rojavayê ye, lewra ev şoreşa gelê kurd û ya hemû gelên dinyayê ye ku heta îro bindest bûn. Ew rojên ku me ji dûr ve şoreşê dişopand derbas bûn û êdî lazim e ku em bi xwe jî tevlî şoreşê bibin. Em ê li vê dera li sînor nobetê bigrin û di van konan de em ê hewl û xebatên wan çeteyan şermezar bikin û nobetê bigirin."
HDP, KESK, DÎSK û hin saziyên sivîl jî ji bo konên ku li sînor hatin vegirtin piştgirî dan.