Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi hinceta salvegera Abdullah Ocalanê ku 16 sal berê ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê û paşê cezayê muebetê xwar û şandin Girtîgeha Îmraliyê, li Diyarbekir, Batman, Bîngol, Mêrdîn, Sêrt û Şernaxê meş li dar xist.
- Batman
Komeke di nav de Parlamentera Batmanê ya HDPyê Ayla Akat, Serokê Şaredariyê Sabrî Ozdemir digel Serokbajarê HDPyê Mahmût Çîftçî û Serokbajarê DBPyê Başkanı Mehmet Candemir, li ber avahiya şaredariya Batmanê civiya û kom heta Parka Ataturkê meşiya.
Li vir Ata daxuyanî da û piştî daxuyaniyê ji komê hin kesan bi kevir, fişekên hewayî û molotofan êrîşê polêsan kir, li ser vê hêzên ewlehiyê bi xaza îsotê û ava bitazyîk midaxaleyî komê kir.
Kom di nav sikakan de belav bû û piştî belavbûnê ji komê hin kesan bi perçeyên pombeya êrîşê hêzên ewlehiyê kir û li ser vê bûyerê tîmên taybet hatin cihê bûyerê.
Di bûyeran de 15 kes hatin binçavkirin.
- Mêrdîn
Komeke di nav de Parlamentera HDPyê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevserokê Giştî yê HDPyê yê Mêrdînê Mûsa Alkan, Hevserokê navçeyê yê DBPyê Nadya Kaya li Qada Azadiyê ya Qiziltepeyê civiya û ji vir heta Îpekyoluyê meşiya.
Kaya, daxuyanî da û piştî daxuyaniyê ji komê hin kesan bi kevir, fişekên hewayî û molotofan êrîşê polêsan kir, li ser vê hêzên ewlehiyê bi xaza îsotê û ava bitazyîk midaxaleyî komê kir.
-Şernax
Di nav de Hevserokê Bajêr yê DBPyê Salih Guleç jî komeke li ber avahiya HDPyê civiya û ji vir heta Qada Komarê meşiya.
Guleç li vir daxuyanî da û got: "Ji bo Tirkan Ataturk çi îfade bike ji bo Kurdan jî Abdullah Ocalan wê îfade dike."
Komê piştî daxuyaniyê bi qasî 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist û kom piştî çalakiyê belav bû.
-Sêrt
Di nav de Serokê Şaredariyê Tûncer Bakirhan, Serokbajarê HDPyê Abdullah Çetîn û Serokbajarê DBPyê Reşît Teymûr jî komeke li ber şaredariya Sêrtê civiya û xwest ku ji vir heta girtîgeha Tîpa Eyê ya Sêrtê bimeşe. Polêsan destûr neda ku ber bi girtîgehê ve bimeşin û li ser vê komê berê xwe da Parka Orhan Dogan a li taxa Barişê.
Hin koman piştî meşê li taxên wek Bariş, Çal, Ûlûs û Conkbayirê li ser rê berîqat danî û rê ji çûnûhatinê re girtin. Bi kevir û molotofan êrîşê polêsan kir, li ser vê hêzên ewlehiyê bi xaza îsotê û ava bitazyîk midaxaleyî koman kir.
Piştî midaxaleya polêsan kom belav bûn.
Li Diyarbekir, Bîngol, navenda Mêrdînê, navend û Betuşebapa navçeya Şernaxê meş hatin lidarxistin û di encama meşê de bûyer rûnedan.
-Diyarbekir
Komeke di nav de Hevseroka Giştî ya DBPyê Emîne Ayna, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Selma Irmak, Parlementera HDPyê ya Diyarbekirê Nûrsel Aydogan, Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak, Hevserokê Bajêr ên DBPyê Alî Şîmşek û Hafîze Îpek digel Seroka TUHAD-FEDê Zubeyde Teker li ber avahiya bajêr a DBPyê kom bûn û ji vir heta Qada Îstasyonê meşiyan.
Li vir Hevseroka Giştî ya DBPyê Emîne Ayna axivî û got: "Em vê komploya navneteweyî lanet dikin."
Piştî axaftinê kom belav bû.
-Bîngol
Di nav de Hevseroka Bajêr a HDPyê Başak Aydogdû û Hevserokê Bajêr yê DBPyê Mervan Temîz jî komeke ji ber avahiya bajêr a DBPyê heta birca saetê meşiya.
Li vir Temîz axivî û kom piştî axaftinê belav bû.
Li herêmê bûyer çênebûn.