ANKARA
Dema wezîfeya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) ya li Efganistanê ku di bin banê NATOyê de li wê derê dimîne 2 salên din jî hat dirêjkirin û ev biryar jî di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Biryar li gor xala 92yemîn a Destûra Bingehîn tê hildan û destûra ku ji bo 2 salên din jî dan hikûmetê di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de cih girt.
Hêmanên TSKê yên ku di bin banê NATOyê de diçin dê li Efganistanê wezîfeya xwe bidomînin, lewra li gor peyman û lihevkirina navneteweyî ya ku Tirkiyeyê îmze kiriye divê hêzên TSKê jî di nav mîsyona hêzên çekdarên biyanî de cih bigirin.