ÎZMIR
Li Îzmirê bi lerza 4,3ê erdhejek çêbû.
Li gor agahiyên ku ji Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokatiyê (AFAD) hatin hildan, navenda erdhejê navçeya Menderesê ye. Erdheja ku di saet 06.32an de qewimî mezinahiya wê 4,3ê ye.
Erdhej 7,23 kîlometre di bin erdê de çêbû.