Demirbaş berî serdanê li Civata Rojnamegeran a Rojhilatê Anadoluyê (GCC) civîna çapemeniyê li dar xist, di civînê de got ku dê di 14ê gulanê de biçin serdana Papa û wiha dewam kir: "Ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê tê birêvebirin li ser bingeha xweşbînî, hezkirin û rêzdariyê bê avakirin em biryardar in. Ji bo vê em ê ji Papa daxwaza diayan bikin."
Demirtaş got ku mirovatî dişibe baxçeyekî ku lê bi hezaran cureyên çîçekan hene, her çîçek rengeî wê ya xweser, bêhneke wê ya cude heye, min navê vê dewlemendiyê jiyan danî.
Demirbaş got ku her bawerî, gel û felsefe hev du temam dikin û wiha dewam kir:
"Ji bo em dinyayê bi vê yekê bidin hesandin, ji Tirkiyeyê cara ewil em diçin serdana Papa. Heyeta me ji alimên dînî ên êzdî, suryanî, ermenî, tirkmenan pêk tê. Armanca me ew e ku em modela xweşbîniyê, ji Diyarbekirê hetanî Rojhilata Navîn ji wir jî ragihînin dinayayê. Ev model ji bo demokrasiyê gelekî girîng e. Me meclisa 40an damezrand. Em ê daxwaza xwe ya bi hev du re jiyînê bînin ziman.
Demirbaş got ku nêzîkî 30 salan e ku Diyarbekir bi êş û azarê tê rojevê û wiha dewam kir: "Diyarbekir, navenda herî girîng a Rojhilata Navîn e. Heke bixwazin li Rojhilata Navîn aştî, xweşbînî û hezkirin serdest be dê Diyarbekir ji bo wan bibe mînaka herî baş."
Di lijneya ku ji 9 kesan pêk tê ya dê biçe serdana Papa de ev kes cîh digrin:
"Şaredarê Dihokê Şewket Mihemed Osman, Serokê Weqfa Dêra Ermenan a Sûrp Gîragos Ergun Ayik, Serokê Dêra Meryem Ana ya Suryaniyan Can Şakarer, Serokê Weqfa Dêra Keldaniyan Yûsûf Karadayi, Pîrê Tirkmen û Elewiyan Hasan Baykût, Serokê Komeleya Alîkariyê û Oldaran (DÎAYDER) Zahît Çîftkûran, Şêxê Bokarkê Nakşî Sayar û neviyê Şêx Seîd Muhammed Akar."