Erdogan di bernameya roja dayikan de ewil got ku rehma Xwedê dayika wî ya ku di sala 2011an de mir û hemû dayikên mirine be û dû re roja hemû dayikan pîroz kir.
Serokwezî Erdogan wiha axivî: "Ez li vî bajarê qehremaniyê, li cihê şehidan Afyonkarahîsarê bi taybetî roja dayikan a dayikên şehîdan pîroz dikim. Yek bi yek destê hemûyan radimûsim."
Erdogan got ku binê lingê dayikên tê maçîkirin û wiha got: "Min maç kir, hûn jî maç bikin. Ez dixwazim em hemû li ser vê mijarê bifikirin. Dêtî rewşeke bîyolojîk nîne, rewşeke derûnî nîne. Dêtî rihek e, hişmendiyek e. Çawa ku eşq hêsteke ku nayê terîfkirin be, dêtî jî hesteke bê terîf e. Bi rastî ji eşqê jî pêşvetir e."
Serokwezîr daxuyand ku yê ku dayika xwe hez bike, mirovên din, malbata xwe, welat û gelê xwe jî hez dike û axaftina xwe wiha domand:
"Kesê ku di dilê wî de hezkirina dayikê tunebe, rêzê nîşanî dayika xwe nede, hurmetê nîşanî wê nede, di dilê wan de kêmasî heye, nexweşî heye. Ji ber vê ez îro di roja dayikan de ji wan kesên ku dayika wan dijî tiştekî dixwazim.Teqez herin dayikên xwe hembêz bikin, wan maç bikin û bêhn bikin, wan şa bikin. Niha dayikeke min a ku ez bêhn bikim, hembêz bikim tune. Lê em jî Eşe Egercî Xanimê hembêz dikin. Îro wê rengekî cuda derxist holê. Heqê dayikan nayê dayîn. Ji wan helaliyê bixwazin. Heke hûn nikaribin herin ji wan re telefon bikin, rewşa wan bipirsin, dilê wan şa bikin. Heke dayikên we miribin jî miheqqeq Fatîha û Yasînê ji wan re bixwînin. Diayan ji rihê wan re bişînin. Van tiştan ne bi tenê di roja dayikan de, her tim bikin."
Erdogan got ku li vî welatî berê êşên mezin hatin kişandin û dayikan jî vê êşê para xwe hildan û wiha pê de çû:
"Ewladên ku bi êşa welidandinê ve zarokên xwe anîn dinyayê, ew qurbana teror û tundiyê kirin. Êşa herî mezin a dinyayê, êşa ewladan e û wan ev êş dît. Ji ber vê me gaveke dîrokî ya ji bo gelê xwe û welatê xwe avêt. Me pêvajoya Yekitiya netewî û biratiyê da destpêkirin, me pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. Me got bila dayik negirîn, dilê wan neşewite, bila wicdana wan neêşe, bila dayik keviran nespêrin hembêza xwe. Bila li vî welatî li tu malbatê ewlad nemrin, agir nekeve tu malî... Bawer bikin kirina vê ne hêsan bû. Yên ku li ser hêsirên dayikan, li ser xwînê siyasetê dikin û vê îstismar dikin, ji vê sûdê werdigrin piştgirî nedan vê gava me. Provakasyonên cuda cuda kirin, ji bo ku cinazeyên şehîdan bê, Tirkiye cardin bibe cihê şewatê, nifir kirin û xebitîn. Gotinên ku agir gur bike gotin. Lê me guh neda van siyasetan, bê wicdaniyan, bê merhemetiyan. Me got ku ji bo ku ev xwîn bisekine, hêsir nebarin, zilm bisekine, aştiya civakî pêk bê heke hewce bike em ê jehrê jî bixwin. Me got ku heke Tirkiye qezenc bike, bila em têk herin. Em niha bertekên erênî yên ku ji ber van gavên me yên ku dilsozî me avêtibûn dibînin."
- "Dayîk êdî bi fikar rêyan nanihêrin"
Serokwezîr Erdogan got ku êdî ji ber terorê ev saleke dayîk nagirîn, dilê wan naşewite û wiha pê de çû:
"Gulên ku dayikan bi ked û zehmet mezin kirin, kulîlkên wan naçilmisin, ev şitl naşkên. Li Rojhilatê û Rojhilata Başûr dayîk bêhneke rehet distînin. Li herêmên din jî dayîkên ku zarokên wan leşker û polêsên êdî bi fikar rêyan nanihêrin."
Erdogan got ku diayên dayikan dibe sedem ku pêvajoya çareseriyê pêş ve biçe û wiha axivî:
"Ez dizanim ku dayîk piştgiriyê didin me, dizanim ku diayên wan bi me re ye. Diayên ku ji devên wan dayîkên ku bihuşt li bin lingê wan de ye em anîn van rojan. Înşallah ew dia û piştgirî dê Tirkiyeyê bigîhîne rojên baştir. Înşallah ev pêvajoya ku bi niyetên saf, dilsoz û bi diayên dayikan ve dest pê kiriye dê bi wisa jî bigihîje encamê û aştiyeke mayînde dê li vî welatî pêk bê. Bi îzna Xwedê, hêza gelê xwe, bi sebr, aqlekî selîm, bi hev re, bi dilekî hevpar em dê vê pêvajoyê bigihînin encamê."
Serokwezîr Erdogan got ku ew kêfxweş dibin ku dengê zarokan ên li vê salonê dibihîzin û Erdogan wiha got:
"Yê ku destê xwe jinê re rakiribe dest ji mirovahiyê re jî rakirî ye, yê ku ji zarokê re dest rakiribe û lê tehdeyî kiribe ne mirov e. Pêşnûmaya qanûnê ya ku me amadehiyên wê yen dawîn kirin, dê der barê vê mijarê cezayên cidî zêdetir bike. Wisa ji vî derî re bikevê, ji deriyên din re derkeve dê nebe. Roja duşemê em verastkirineke qanûnê ya ku cezayên giran dihewîne dişînin meclisê."
Erdogan di dawiya axaftina xwe de roja dayikên Misrê, Sûriyeyê, Myanmarê, Afganistanê jî pîroz kir.
Serokwezîr Erdogan piştî ku axaftina wî qediya diyarî da dayika şehîdan Eşe Egercî. Pêlîstok zarokan belav kir û bi wan re wêne kişand.