01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
ANKARA
Daîreya 3yemîn a Lijneya Bilind a Dozger û Hakiman (LBDH) der heqê 17 hakim û dozgeran de lêkolîn da destpêkirin.
Hat îdiakirin ku 12 hakim û 5 dozgerên ku der heqê wan de lêkolînê dest pê kir li gor rê, rêzik û daxwazên Rêxistina Dewleta Paralel (RDP) tevdigerin.
Di nav wan kesên der heqê wan de lêkolînê dest pê kir de dozger Ozcan Şîşman, Suleyman Bagriyanik, Azîz Takci û endamê LBDHyê berê Huseyîn Serterê ku di çarçoveya jêpirsîna tirên MÎTê de hatibûn girtin jî cih digirin.
Hat îdiakirin ku şaxa darazê ya Rêxistina Dewleta Paralel a Edeneyê ji van hakim û dozgeran pêk tê. Wan di çarçoveya jêpirsîna guhdarkirinên dereqanûnî de biryara girtinê dan.
Rapor wê ji hêla mufetîş ve bê amadekirin û biryara ku dê der heqê van kesan de jêpirsînê dest pê bike yan na jî wê bê dayîn. Heke destûra jêpirsînê bê dayîn ji wezifeyê îxrackirin jî di nav de gelek cezayên disîplînê wê bên rojevê.