24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
PYD/PKKya rêxistina terorî ku ji bo Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku ji aliyê Hêzên Çekdarên Tirkî (TSK)ê ve tê lidarxistin, dest bi kempîna reşkirinê kiribû derewên wê derketin holê.
Rêxistin bi wêneyên ku bi reşkorî ji înternetê derdixe weke wêneyên operasypna li Efrînê dide nîşandan.
Hat tesbîtkirin ku ew wêneyên ku tê îdiakirin di dema operasyona ku TSK li herêma Efrînê li dijî PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê li dar dixe, hatine girtin, 2 ji wan berê derketibû holê ku ti eleqeya wan bi rastiyê re nîn e û 1 ji wan jî hat cîgirkirin ku ji rûpeleke nasandina şirketeke TIRan hatiye wergirtin.
%2FMANIPLASYONNNNNNNNN.jpg)
Hat tesbîtkirin ew wêneyê ku bi îdiaya "TSK zarokan ji xwe re dike armanc" li ser Twitterê tê servîskirin, ji belavokeke derbarê êrîşa asmanî a Rûsya li Sûriyeyê hatiye wergirtin ku di tarîxa 1ê çileya 2017an hatibû kirin.
Herwiha ew wêneyê dayikek û 2 zarokên wê ku bi îdiaya "Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de sivîl tên kuştin" tê belavkirin, derket holê ku aîdê êrîşa bombeya bermîl a rejima Esed e li dijî Helebê ku 16ê berfanbara 2013an de hatibû kirin.
%2FCOCUKLARRRRRRRRRRRRRRRRR.jpg)
Wêneyê ku bi îdiaya "YPG hejmarek gelek leşkerên Tirkiyeyê kuştiye û wê leşkeran bi dorseya TIRê teslîm bike" tê bêlavkirin, ew jî derket holê ku ji rûpeleke înternetê ya nasandina şirketeke TIRan hatiye wergirtin.
Piştî nûçeyên AAyê yên derbarê propagandaya reş li ser medyaya civakî, hat dîtin ku rêxistin ji bo manîpulasyonê êdî ji bilî wêneyan ji malperên curbicur parvekirinan dike.
%2FTIRRRRRRRRRRRRRRRRRRRRRRRRRRRR.jpg)
Hatibû îsbatkirin ku ew wêneyên ku hesabên nêzîkî rêxistina terorê li ser mecrayên civakî bi mebesta reşkirina Operasyona Çiqlê Zeytûnê tên parvekirin, ti eleqeya wan bi operasyona navborî tune ye.