BERLÎN
Hat ragihandin ku destlênedanîna Parlementera Partiya Çep Nicole Gohlkeyê ya ku meha borî di xwepêşandenekî li Munîha bajarê Almanyayê de di lehê PKKya rêxistina terorê de daxuyanî dan û semboleke aidê PKKyê rakir hewayê, hat rakirin.
Gohlkeyê li ser malperê daxuyanî da û diyar kir ku li ser daxwaza Dozgeriya Munîhê Parlamentoya Federal destlênedanîna wê rakir.
Gohlkeyê got ku "Min di 18ê cotmehê de di meşa piştgiriya ji bo Kobanê ya ku li dijî DÎŞIyê hat kirin de axaftinek kir û min di dawiya axaftina xwe de ji Hikûmeta Federal xwest ku bila êdî hin sembolan bêtir wek sûc qebûl neke." û wiha axivî: "Min got ku ew ala di wan kêliyan de ji bo azadî, mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşe û min got ku 'bila qedexeya PKKyê bê rakirin.' Pişt re min alaya PKKyê ya ku li Almanyayê qedexe ye rakir."
Gohlkeyê destnîşan kir ku rakirina destlênedanîna xwe protesto dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez bi xwe ji ber ku parlementerim hiqûqeke taybet naxwazim. Bereksê vê rakirina destlênedanîna min dê ji bo ku der barê kurdên ku vir bi awayekî aktîf siyasetê dikin lêpirsîn bê vekirin û ceza bê dayîn, bibe mînak."
Gohlkeyê got ji ber ku min semboleke aidê PKKyê rakir hewayê poşman nînim û wiha axivî: "PKK rêxistineke terorê nîne. Organîzasyoneke ku li Rojhilata Navîn piştgirî dide nêrina demokratîk e. PKK û YPGya ku têkiliya wê pê re heye, piştgiriya me heq dike, ne ku bê fîşkirin."
Nicole Gohlke di 18ê cotmehê de beşdarî meşa ji bo piştgiriya Kobanê ya ku li Munîhê hat lidarxistin bibû, semboleke aidê PKKya rêxistina terorê rakiribû hewayê û xwestibû ku PKKyê ji nav lîsteyên terorê derxînin. Gohlke ji ber aşirîtiyên xwe yên di xwepêşandanê de hatibû binçavkirin.