"Divê ez eşkere bibêjim. Hin kes dertên û dibêjin dê 'filan kes û bêvan kes' biçe Îmraliyê. Biryara vêya di destê hikûmetê de ye. Bixwaze dişîne, nexwaze naşîne. Tu wextê destûr di destê kesî de tuneye ku derkeve û rê nîşanî hikûmet û wezarete edaletê bide. Ev destûr di destê hikûmetê de ye, di destê wezareta edaletê de ye. Hewce bike dişîne, hewce neke naşîne. Divê her kes hedê xwe bizanibe. Heke hedê xwe bizanibe dê ji vî mafê xwe yê zagonî îstifade bike. Em vêya her dem dibêjin. Em çawa dizanin ku tu heqê me li ser dewletek û karên wan ên hundir tune, em wisa jî dizanin ku li Tirkiyeyê berpirsyariya me çi ye. Ji ber vê sedemê jî bila kes nebêje ku haya me ji tu tiştekî tune, em dizanin ku kî bi kê re û bi çi re di nav têkiliyê de ye. Em her tiştî baş dizanin. Em ji ber hesasiyetên dewleta xwe ji bo hin tiştan bêdeng dimînin, bila kes vêya wekî prîm qebûl neke. Ev ji bo hizûra welatê me ye."
Erdogan diyar kir ku hesasiyetên herêmê li holê ne. Em zirara tu dewletekê ji bo xwe wekî kar nabînin. Ji xemgînî û ziyanên tu dewletekê ji xwe re feyde dernaxin.
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku 11 sal e li hundir û derve tenê heq û hiqûqê parastine û wiha got:" Em îro jî heq û hiqûqê diparêzin. Heta em sax bin jî em ê heq û hiqûqê biparêzin."
Erdogan bal kişand ser pakêta demokratîkbûnê jî û wiha agot: "Hemû sernavên pakêta demokaratîkbûnê ya ku me eşkere kiriye û ku dê ji aliyê dezgehên rêzikdanînê ve jî bê nirxandin, em ê hemû madeyan bi hev re bişînin Meclisê. Înşellah em ê lez bikin ku gavên ji hêla zagonan ve jî divê bên avêtin zû bavêjin."