Di dinyayê de piştî Dîwarê Çînê re bi bilindî, firehî û saxlemiya xwe ve Sûrên Diyarbekirê yên dîrokî tên nasîn. Sûrên qedîm ên bajêr wek masiyekî qalqanê dorpêç kirine û ji 82 bircan pêk tê.
Avahiyên qaçax ên derdora sûran hatibûn çêkirin û bûbûn sedema qirêjbûna sûran, loma ji aliyê şaredariyê ve hatin hilweşandin û derdora sûran hat paqijkirin.
Diyarbekir bi hezar salan ji bo şaristanêyên wek Hûrrî, Mîtanniyan, Asûriyan, Ûrartûyan, Medan, Romayiyan, Sasaniyan, Artûklûyan û Akkoyûniyan cih û war. Lê belê kesên ku koçî bajêr kirine û qîmeta bajêr û sûrên qedîm nezanîbûne bi avahiyên qaçax derdora sûran dorpêç kirine.
Di çarçoveya hilweşandina avahiyên qaçax ên derdora sûran û bi hevkariya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û Şaredariya Sûrê 2 stasyonên benzînê, bufeyek, tesîseke DÎSKÎyê, şantiyeya Şaredariya Sûrê, kafeyek û otoparkek hatin hilweşandin. Piştî hilweşandin û paqijkirinê dê li qada bi qasî 3,5 kîlomêtreyî mezin şax bên çikandin.
Cîgirê Serokê Daîreya Îmar û Bajarvaniyê yê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Mûrat Alokman, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji 2001an vir ve ye ku wan dest bi hilweşandina avahiyên qaçax ên derdora sûran kirine û qadeke bi qasî 3 kîlomêtre û nîv mezin ji xanî û kargehan hatiye paqijkirin.
Alokman got ku di qadên ku paqij kirine de dê şaxan biçikînin, her wiha bi vî awayî sûr dê derkevin pêş û di nav hêşnahiyê de bajêr bixemilînin.