Komek li bûlwara Guneykuşak a Seyhana navçeya Edeneyê kom bû, li ser rê barîkat çêkir û rê ji çûn û hatinê re girt.
Ji ber vê tevgerê polêsan ji bo ku belav bibin hişyarî da komê. Li ser vê hişyariyê ji nav komê fişekên hewayî û molotof hatin avêtin û polêsan jî bi ava gur û xaza îsotê mudaxaleyî komê kir.
Kevir û dar bi TOMAyê ve hatin werkirin û ji komê kesekî jî tekera wê teqand.
Bi destê kesên rûpêçayî yên di nav komê de gule berî aliyê polêsan hat dayîn û polêsên ewlehiya taybet sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat diyarkirin ku kesekî di nav komê de di dema çalakiyê de can da.
Çalakvanan nehîşt ku cinaze bibin û sedema mirinê jî hê nayê zanîn.