MALATYA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ber Mizgefta nû ya Malatyayê di merasima vebûna komî de bangî welatiyan kir.
Serokomar ragihand ku li Malatyayê bi bihaya 240 milyon lîreyî veberhênan hat kirin û ji hemû kesên ku di vê xebatê de keda wan heye re spas kir. Erdogan xebat û xizmetên bo Meletye û xelkê wê hatine kirin rêz kir û got ku di nav 2 salan de cara 6emîn e ku tê Meletyeyê.
"Di genên me de pergala serokatiyê heye"
Serokomar Erdogan hilbijartina serokomariyê û piştgiriya ji sedî 70yî ku xelkê Meletyeyê dabûnêkê bi bîr xist û wiha pê de çû:" xwediyê wî meqamî kî ye? Hûn in, ez wekîlê miletê me, wek serokomarê ku xelkê bi xwe raye dayêkê, li vê derê me. Niha li vê derê ez bi we re têm bal hev ya hin kes aciz dibin. Muraceatî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kirine, çi dibêjin, heta hilbijartina ku di 7ê Hezîranê de wê bê kirin meydana ji Serokomar re qedexe bikin. Vana hê jî hîn nebûne ku serokomar tê çi meneyê. Ji ber vê jî li dijî pergala serokatiyê disekinin. Çima? Lewra ne mimkune ku ew pergala serokatiyê tehayul bikin. Lewra di genên wan de ev tişt tuneye. Lê di dîroka me de, di genên me de, di çanda me de pergala serokatiyê heye, pergala lîderiyê heye."
Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî
Serokomar diyar kir muxalefet ev çend rojin nahêle Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî ya ku partiya îqtidarê anî meclisê derbas bibe û wiha dewam kir: "Kî li wê derê heye? Partiyên muxalif hene. Sê partî û li cem wan jî Pensîlvanya, rêxistina paralel hatin bal hev û ji bo ku ev pakêt derbas nebe çi ji destê wan tê dikin. Di bûyerên Geziyê de laş di xwînê de neçûn? Wesaîtên şaredariyan nehatin şewitandin? Dikanên esnafan nehatin şewitandin? Tirîmbêlên welatiyan nehatin şewitandin? Meriv mirin û nehatin kuştin? Niha kesên ku van hemû tiştan diparêzin çima naxwazin li hemberî van tiştan hêzên me yên ewlehiyê bihêz bibin? Bi heman awayî di 6-7-8ê cotmehê de kesek derneket, qaşo siyasetmedar e, çi got? Dakevin kuçe û kolanan? Daketin kolanan? Tevlî rêxistinên terorê di destê wan de bi molotofkokteyl û fişekên hewayî agir berî her derê dan û xeranekirin? Ew nikarin bibin nunerê welatiyên min ên kurd. Ew bi tenê îstismarê dikin. Wesaîtan şewitandin. Li şaredariyên ku di destên wan de ne kuçeyan kolandin. Rûyê xwe dipêçin. tu çima rûyê xwe dipêçî? Heke tu ne terorîstî rûyê xwe veke, heke tu dibêjî azadî vaye meydana azadiyê. Binêre kesên ku li vê derê ne rûyê xwe bi maskeyê venaşêrin."
Erdogan got ku kesên li vî welatî aramî û halxweşiyê naxwazin li dijî pakêtê ne û axaftina xwe wiha domand: "Lewra Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî heke derkebe ew ê nikaribin evqas bi rihetî tevbigerin, molotof û fişekên hewayê wê evqas bihêsanî bikarneynin."
"Armanca me tebitandina çîkê û pêçandina birînê ye"
Serokomar Ergogan bal kişand ser Pêvajoya Çareseriyê û diyar kir ku pêvajo ne bi zora kesî, bi plan û programên wan dest pê kir û wiha dewam kir: "Ji ber ku hewcedariya welêt û vî miletê hanê pê hebû pêvajoyê wek proje hat amadekirin û dest pê kir. muxatabê esil ê pêvajoyê milet û hemû welat e. Di vê pêvajoyê de gaveke ku bîranên cangorî, xazî û malbatên wan biêşîne me neavêt. Armanca me tebitandina çîkeke ku ev 30 sale didome ye û pêçandina birînê ye"