Li Diyarbekirê hin partiyên siyasî bi mebesta "Roja Zimanê Zikmakî" daxuyaniya çapemeniyê dan.
Nûnerên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (TKDP), Partiya Demokrasiyê ya Beşdar (KADEP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û hin partiyên siyasî li semtê Ofîsê ya Yenîşehirê, li ber navendeke kar daxuyaniya çapemeniyê dan.
Li ser navê komê Alîkarê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanefî Turan bi kurdî daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Kom piştî daxuyaniyê belav bû.