ANKARA
Ji 25ê tîrmehê roja destpêka betlaneyê û heta niha di qezayên ku li seranserê welat qewimîn de 92 kes mirin û 657 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku peyamnerê AAyê berhev kir, 25ê tîrmehê roja înê di qezayên trafîkê de 14 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
- Roja şemiyê 16 kes û roja erefeyê jî 22 kes mirin
Di qezayên ku 27ê tîrmehê roja erefeyê qewimîn de jî bi tevahî 22 kes mirin û 164 kes jî birîndar bûn.
Di 28 û 29ê tîrmehê de anku di herdu rojên ewil ên cejnê de jî di qezayên trafîkê de bi tevahî 40 kes mirin û 241 kes jî birîndar bûn.
Li gor vê di qezayên trafîkê yên ku li seranserê welat qewimîn de 92 kes mirin û 657 kes jî birîndar bûn.