Şener Toktaş
31 Gulan 2022•Rojanekirin: 02 Hezîran 2022
Li gundê Karbastiyê ya ser Hîzana navçeya Bidlîsê welatî bi rê û rêbazên berê çandiniya birincê dikin.
Li eraziyên quntarên çiyê her sal di meha gulanê da bi rêbazên berê û hevkariya paletiyê çandiniya birinc tê kirin.
31.05.2022 Di hewzên heriyê da çandiniya birinc dikin
Li gundê Karbastiyê ya ser Hîzana navçeya Bidlîsê welatî bi rê û rêbazên berê çandiniya birincê dikin.
Li mezraya Avlakê ya 30 kîlomêtro dûrî navçeyê ye gundî serê sibê diçin zeviyên xwe hewzên heriyê tije av dikin û toximê birincê "Kursunç"ê davêjin û paşê ji wan toximan birinc tê berhevkirin.

- "Toximê me toximê kal û bavan ya 200 salî ye"
Midûrê Bajêr yê Çandinî û Daristanê Rifat Çelîk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Bidlîsê her cure berên bax û baxçeyê tên berhevkirin.
Çelîk wiha axivî: "Li bajarê me ji 150-200 salan vir va çandiniya çeltûkê tê kirin. Li gundên başûr ên bajêr, gundê Karbastiya ser Hîzanê û 6 mezrayan çandiniya çeltûkê hat kirin. Li gundê Karbastiyê ya 150 mal hene û 6 mezrayan li ser erdekî hezar dekarî çandiniya çeltûkê tê kirin. Toximê me toximê kal û bavan ya 200 salî ye. Em çeltûkên tên berhevkirin di aşê kevir da dihêrin. Di dekarekî da qasî 350-400 kiîlogram tê bi destxistin. Di sala 2021î da li gundê Karbasti û mezrayan da di navbera 350 û 400 ton çeltûk hat bidestxistin. Feydeya wê ya ji bo bajarê me dora 10 milyon lireyî da ye."

- "Birincê me pir bi tehm e"
Abdulmecît Ugeyê 65 salî yê li mezraya Avlakê çandiniya birinc dike jî got birincê cureya wê "Kursunç" e pir bi tehm e û wiha axivî: "Ji kal û bavan vir va em birinc bi dest dixin, lê ji ber ku erazî têra xwe tune em nikarin zêde bireşînin. Zehmetiyên wê hene, lê birincê me pir bi tehm e û ji birincên din xweştir e. Reşandina wê zehmet e, lewra hûn dikevin nav heriyê. Ev 50 sal e em birinc direşînin, berê jî dihat reşandin. Yên zêde direşînin paşê difroşin."
