Mahmut Bazlama
31 Gulan 2022•Rojanekirin: 02 Hezîran 2022
Li Arabana navçeya Gazîentabê dema berhevkirina sîran dest pê kir.
Serokê Yekîtiya Cotkarên Sîr Datînin û Odeya Ziraetê ya Arabanê Hasan Altun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal li ser 25 hezar donim zeviyê sîr hatine danîn û ji sedî 20ê sîrên li Tirkiyeyê tên xwarin ji vê derê tê temînkirin.
Altun destnîşan kir ku Kastamonu di serî da ji Stenbol, Mêrsîn, Edene, Enqere û Riha û çar aliyê Tirkiyeyê kiryarên sîrên Arabanê hene.
Altun bi bîr xist ku sîrên di meha îlonê da hatibûn danîn seranserê meha hezîranê wê bên berhevkirin û wiha domand: "Ji ser sîra li Deşta Arabanê hatine danîn da 9 meh derbas dibe. Di nav vî 9 mehên borî da kar û xebatên hewce tên kirin û niha ji alî kesên danîne va jî gorî rê û rêzikan tê berhevkirin. Firotina sîran him kêrî aboriya welêt û him jî bi kêrî navçeya me jî tê. Em îsal li bendê ne ku 40 hezar ton rekolte hebe."