BURSA
Balafira ewil ji Quweytê bi rê ket û piştî 3 saetan di saet 02.55an de li Balafirgeha Yenîşehirê ya Bursayê danî. Rayedaran balafir pêşwazî kir.
Şirketa Rêhewaya Tirk (THY), Free Bîrd û Atlas Jet wê di heftê de heft caran seferan bikin.
Balafirgeha Yenîşehirê ya Bursayê di sala 2001an de dest bi xizmetê kir. Li gor agahiyên rayedaran meha borî ji derveyî welêt û hundirê welêt 15 hezar rêwî hatin Balafirgeha Yenîşehirê ya Bursayê.