SYDNEY
Li Giravên Santa Cruzê ya ku dikevin başûrê rojavayê Oqyanûsa Mezin bi lerza 6,9an erdhej çêbû.
Navenda Hişyariya Tsûnamiyê ya Pasîfîkê da zanîn ku 75 kîlometro bakurê rojavayê Girava Nendoyê 33 kîlometro di bin behrê de erdhej çêbû û hişyariya tsûnamiya piştî erdhejê da.
Di erdhejê de tu kes nemir û tu zirar çênebû û hişyariya tsûnamiyê jî piştî çend saetan hat rakirin.
Giravên Santa Cruzê ji aliyê îdarî ve girêdayî Giravên Solomonê ye û 400 kîlometro başûrê rojhilatê Giravên Solomonê cî digire. Li Nendoya ku girava herî mezin e bi qasî 5 hezar kes dijîn. Li giravên Vanîkora û Utupuayê jî bi qasî hezar û 700 kes dijîn.
Giravên Solomon û Santa Cruzê di xeta "Çembera Agirîn a Pasîfîkê" de ya erdhej û volqanê de cî digire. Li giravan di sala 2013an de bi lerza 8an erdhej çêbibû û ji ber erdhejê tsûnamiyeke bi qasî metro û nîvê çêbibû. Tsûnamî bibû sedema mirina 15 kesan û xirabûna gelek mal û kargehan.