ANKARA
Li çar aliyê welêt di nimêja eydê de mizgeft tijî bûn. Li Îstanbûlê bi hezaran mirovan ji bo nimêjê berê xwe dan Mizgefta Siltan Ehmedê.
Welatiyan serê sibê zû berê xwe dan mizgeftê û ji hundir û derveyê mizgeftê tu derek vala nehiştin. Di weazên beriya nimêjê de qala girîngî û rûmeta qurbanê hat kirin. Li mizgefta Siltan Ehmedê nimêja eydê Alîkarê Serokê Karên Diyanetê Hasan Kamîl Yilmaz da kirin. Serwaezê Îstanbûlê Mûstafa Akgul jî di sohbeta xwe de car car rewşa Ayasofyayê bilêv kir û got: "Bi îzna Xwedê em ê rojekê nimêja eydê li Ayasofyayê bikin."
Serokê Şaredariya Şîşliyê Mûstafa Sarigul jî nimêja eydê li Siltan Ehmedê kir û 50 lîre pere xercaneyên eydê da zarokên ku cejna wî pîroz kirin.
Li Edîrneyê jî welatiyan berê xwe dan Mizgefta Selîmiyeyê û di bin rêveberiya Miftiyê Edîrneyê Omer Tascioglû de ji bo welatiyên misilman ên ku li Sûriye, Misir, Arakan û derên din, di bin zilmê de ne dia kirin.
Li Adanayê jî gelek welatiyan ji bo nimêja eydê berê xwe dan Mizgefta Sabanciyê. Piştî nimêjê welatiyan cejna hev pîroz kirin.