Komxebata ku Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç mêvanê wê ya rûmetê bû, di seat 9an de dest pê kir. Komxebatê bi axaftinên Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Nîhat Înanç û Arîkarê Rektor û Midûrê Enstîtiya Zimanên Zindî yê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Kadrî Yildirim dest pê kir.
Duyemîn rûniştina "Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyazên Çareseriyê" di serokatiya Hîndekarê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Abdûllah Kiran de hat lidarxistin.
Di rûniştina duyemîn de Hîndekarê Perwerdeyê yê Zanîngeha Mûş Alparslanê Nevzat Emînoglû li ser "Di Nûçegihaniya Kurdî de Pirsgirêkên Zimanî", Hîndekarê Perwerdeyê yê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Mikaîl Bulbul li ser "Di Çapemeniya Kurdî de Nûçegihanî û Pirsgirêkên Wergerê", Hîndekarê Perwerdeyê yê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Remezan Pertev li ser "Di Çapemeniya Kurdî de Pirsgirêkên Çavkaniyê", Nûnerê AAyê yê Iraqê û Edîtorê Serwîsa Nûçeyên Kurdî Adem Demîr jî li ser mijara "Tevkariya Çapemeniya Kurd a Iraqê ya li ser Têkiliyên bi Tirkiyeyê re" sekinîn.
Hîndekar Ramazan Pertev li ser mijara "Di Çapemeniya Kurdî de Pirsgirêkên Çavkaniyê" sekinî. Pertev bal kişand ku heta niha ji ber ku perwerdeya kurdî nehatiye dayîn kêmasiya termînolojiyê û ya çavkaniyê derketiye holê. Pertev da zanîn ku Kovara Ronahiyê ji bo çapemeniyê dikare bibe çavkaniyeke mezin û bi kurtasî qala Kovara Ronahiyê kir. Pertev got ku destpêka derketina kovara ronahiyê rastî şerê duyemîn a cîhanê hat, ji ber vê yekê jî gelek termên ku em niha bi kar tînin cara ewilîn di Kovara Ronahiyê de hatine bikaranîn û ji wan çend mînak dan. Pertev got ku em dikarin bibêjin ku ew rastnivîs û zimanê ku di Kovara Ronahiyê de hatine bikaranîn îro hê jî tên bikaranîn û 70 - 80 sal beriya niha rewşenbîrên kurdan serê xwe li ser çêkirina termînolojiyê êşandine.
Pertev ji bo çareserkirina pirsgirêkên rêzimanî, rastnivîs û termînolojiyê yên çapemeniyê got ku "Li zanîngehan di bin banê Enstîtuyên Zimanên Zindî û Enstîtyên Civakî de beşên ziman û çanda kurdî vebûne. Li van deran çi bi riya perwerdeya bilind be, çi jî bi rîya kursan be divê bernameyên taybet bên vekirin. Di vê bernameyê de divê dersa rêzimana kurdî, dersa rastnivîsê, dîroka çapemeniya kurdî, rewşa çapemeniya kurdî ya îro, herî kêm 3 mehan stajeke pîşeyî hebe." Pertev diyar kir divê platformeke ku yekîtiya çapemeniyê çêbe û got ku ez bawer dikim piştî pewrerdeyên bi vî awayî dê gelek pirsgirêkên teknîkî çareser bibin.
Hîndekarê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Nevzat Emînoglû li ser mijara "Pirsgirêkên Zimanî û Pêşniyaza Çareseriyê" sekinî û bi kurtasî qala kurdî, dîroka çapemeniya kurdî û çapmeniya kurdî ya li welêt kir. Emînoglû pişt re bal kişand li ser pirsgirêkên zimanî û diyar kir ku di çapemeniyê de divê nûçe zelal û eşkere bin, dema mirov dixwîne divê jê fehm bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Lê di nûçegihaniyê de zehfî caran ji vê helwestê dûr dikevin û bi helwesta endezyarê ziman bêje tên çêkirin û zimanekî ku nayê fehmkirin derdikeve holê. Zirara ku zimanzanên tirk dane tirkî peyvçêkerên kurdî yên ku wek endazyarê ziman tevdigerin jî zirarê didin kurdî. Mirov dibêje ku peyv ne ji bo fehmkirinê ji bo balkişandinê ne. Pirsgirêkeke din a çapemeniyê nasnekirina zimanê çapemeniyê û li gor hewceyiya wê tevnegerîn e."
Emînoglû da zanîn ku zimanê her beşê cuda ye, ji ber ku zimanê nûçegihaniyê baş nayê zanîn, zimanekî nayê fehmkirin tê bikaranîn. Emînoglû diyar kir ji ber ku kurdî bi salan hat qedexekirin û redkirin ji ber vê yekê bi kompleksa xwe kêmdîtinê û wek bertekeke refleksîf ji bo ku payebilindiya ziman nîşan bidin, dikevin nav reqabetekê.
Emînoglû destnîşan kir ku di çapemeniyê de şûna weşana tê fehmkirin bêtir girîngiyê didin bilêvkirina peyvan û ev yek jî wateyê sînordar dike. Emînoglû got ku divê zimanê çapemeniyê zelal û eşkere be û bê fehmkirin.
Emînoglû da zanîn ku ji ber ku saziyên ku weşana kurdî dikin dereng dest bi weşanê kirin, di weşangeriya devkî de pirsgirêka telafuzê heye û got ku ez hêvidar im ku bi saya enstîtuyên perwerdehiyê ev pirsgirêk ji holê rabe.
Nûnerê AAyê û Edîtorê Serwîsa Nûçeyên Kurdî Adem Demîr qala serpêhatiya nûçegihaniya kurdî ya AAyê û astengiyên ku rast hatin kir. Demîr diyar kir ku wek serwîsa kurdî ya Anadolu Agencyê armanca wan gelek bilind e, lê belê dê bi wextê re derkeve holê ka çiqas dê bigihêjin armanca xwe û wiha axivî: "Bîr û baweriyeke me ya wekî dê rojekê dewletê xizmeta ragihandina kurdî bike, ev xeyalak bû lê em niha gihiştin vê xeyalê."
Demîr da zanîn ku li HKIyê di mijara ragihandinê de lêkolîn kirin û got ku "di serî de hinek ji me dûr sekînin lê niha jimara aboneyên me yên wir gihan 14an. Dema em ji xwe dipirsin dibêjin ku çi bû sedem ku di demeke kurt de em ev qas pêş ketin, bersiva vê yêkê pêvajoya çareseriyê ye."
Demîr bal kişand ku kurdên Herêma Kurdistanê di heyam baasê de gelek zehmetî dîtine, ji ber vê yekê jî berê xwe didin Tirkiyeyê.
Hîndekar Mikaîl Bulbul jî li ser mijara "Di çapemeniyê de pirsgirêkên wergerê û şaşiyên vegotinê" sekinî. Dema mirov pirsgirêkên çapemeniya bakurê Kurdistanê dikin em rastî hin xeletiyan hatin. Bulbul bal kişand li ser problema ziman û wergerê di medyaya kurdî de û diyar kir ku divê dema ku em hest û ramanên xwe vedibêjin divê vegotina me zelal, vekirî, herikbar û sade be. Ji ber ku kurdî demeke dirêj hat qedexekirin, redkirin û polîtikayên asîmîlasyonê hatin kirin û kurdan bi tirkî perwerde dît, di çapemeniya kurdî de tirkîfikîrin heye. Bulbul li ser tirkîfirîna di çapemeniya kurdî de sekinî û da zanîn ku ji dema Akkoyunluyan heta niha bandora tirkî li ser kurdî çêbûye. Bulbul diyar kir ku problemên semantîk, sentaxt û teleffuzê hene û ji vana çend mînak dan. Bulbul axaftina xwe wiha berdewam kir: "
Dema şaşiyên vegotinê hebin, vegotin şolî dibe, tevlihevtir dibe û dikule. Mixabin ji ber ku bi kurmancî perwerde nehatiye dayîn, di medyaya kurdi de pirsgirêkên şaşiyên vegotinê jî gelek in." Bulbul di axaftina xwe de ji şaşiyên vegotinê yên di çapemeniya kurdî de mînak dan û mînakên rast nîşan dan û got min di weşana AAyê de şaşî nedîtin.
Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk di dawiya rûniştinê de diyar kir ku şaşiyên vegotinê di nûçegihaniya ingilizî de jî çêbûn û wiha axivî: "Me ji ber vê yekê ingliz bi xwe anîn ser beşê û xebatkarên xwe yên serwîsa kurdî hemû ji kurdan girt." Ozturk got ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê saziyeke ku standartîzasyonê bike hebe. Di dawiyê rûniştinê de bi qasî deh deqîqeyan pirs hatin bersivandin.
news_share_descriptionsubscription_contact
