Mümin Altaş
10 Gulan 2026•Rojanekirin: 10 Gulan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Em dizanin ku di avakirina Tirkiyeya bihêz da para herî mezin a dayikên me ye û ez bi dil û can bawer dikim ku bi xîreta dayikên me yên biqîmet em ê bigihîjin îdeala xwe ya 'Sedsala Tirkiyeyê'."
Serokomar Erdogan di peyama xwe ya ku ji ber Roja Dayikan weşand da Roja Dayikan ên ku bi dilovanî û fedakariyê va rêberiya jiyanê dikin û stûnên bingehîn ên malbat û civakê ne, pîroz kir.
Serokomar Erdogan anî ziman ku wekî endamên şaristaniyeke mezin a ku dibêje "Bihuşt di binê lingên dayikan da ye" ew ked û xîreta dayikan her gav dikin taca serê xwe.
Erdogan got ew ji bo refah û aramiya dayikan dixebitin û wiha axivî: "Em dizanin ku di avakirina Tirkiyeya bihêz da para herî mezin a dayikên me ye û ez bi dil û can bawer dikim ku bi xîreta dayikên me yên biqîmet em ê bigihîjin îdeala xwe ya 'Sedsala Tirkiyeyê'. Ez Roja Dayikan a dayikên me yên ku pesin û rêzgirtina herî zêde heq dikin, pîroz dikim û hemû dayikên me yên ku koça axiretê kirine jî bi rehmet û spasdariyê bi bîr tînim."