Ahmet Aydın
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
ANKARA
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê li herêma Efrînê bi mebesta dabînkirina ewlekarî û îstiqrarê li herêmê, berterefkirina terorîstên endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê, rizgarkirina gelê herêmê ji bin zordestî û fişara endamên rêxistina terorê, roja şemiyê seat 17.00an dabû destpêkirin, didome.
Duh di encama pevçûna digel endamên PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê de ku dixwesitin xwe vedizin herêma Şêx Xuruzê û êrîşî mensûbên TSKê bikin, 8 terorîst hatin berterefkirin.
- Mafê Tirkiyeyê yê berevaniya rewa
Artêşa Tirkiyeyê pêrê ragihandibû ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kir.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê û mafê xweparastina rewa ya di peymana Neteweyên Yekbûyî da li ser esasê rêzgirtin li yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê da bal hatibû kişandin ku bi tenê noqteyên terorîstan bûn armanc û herwiha ji bo ku zirar negihîje sivîlan her cure hesasiyet hat nîşandan.

- ATAKan hedefên terorê bi Cirîtan îmha kirin
Di vê navberê de hedefên rêxistina terorê yên li rojavayê Efrînê, seranserê şevê bi tanqan hatin bordûmankirin û helîkoptêrên xwemalî yên pêşrewiyê T-129 ATAKan jî di dema operasyonê de bi muşekên xwemalî yên bi navê "Cirît" yên lazerî cara yekê wezîfeyên xwe îcra kirin.

- Sewqiyata leşkerî bo herêma Efrînê berdewam e
Tanq û wesayitên leşkerî yên ku ji wîlayetên curbicur gihîştin Hatayê ji xeta sînorî re hatin sewqkirin.
- ASA hemî dijwariyan ji bo Efrîna azad derbas dike
Hêzên Artêşa Sûriyeyê yên Azad (ASA) tevî hemî dijwariyên zivistanê di wezîfeya xwe de berdewam in.

- Erdogan: 268 terorîst hatin berterefkirin
Serokomar Recep Tayyip Erdogan derbarê operasyonê de daxuyanî da û bal kişand ser wê yekê ku heta terorîstê dawî jî li herêmê nemîne wê operasyon bidome û got, "Di nava 4 rojan de 268 terorîst hatin berterefkirin. Emê koka wan biqelînin."
- "214 hedef hatin îmhakirin"
Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê operasyonê de got, "Heta nuha operasyon weke ku hatiye plankirin didome. 214 hedef hatine îmhakirin. Li qadê xebatên paqijkirinê berdewam in."

- Orgeneral Akar li navenda operasyonê bû
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, li navendên operasyonê yên Bejayî, Deryayî û Asîmanî geriya û tetkîk kitin.
Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Deryayê Koramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz tevî Orgeneral Akar li navendên operasyonê beşdarî sewq û îdareya Operasyona Çiqlê Zeytûnê bûn.
- Binçavkirinên dijî propagandaya terorê li ser medyaya civakî didomin
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê 29 kesên ku hat îdiakirin li ser medyaya civakî propagandaya terorê dikin, hatin girtin.
- Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê piştevaniya Operasyona Çiqlê Zeytûnê
Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê karsaz û nûnerên saziyên civaka sivîl piştevaniya xwe ji Operasyona Çiqlê Zeytûnê re nîşan dan.
- Ji leşkeriya xwebexş serlêdan hatin kirin
Komeke welatî ji Sêrt, Nigde, Elazîz û herwiha ji Komara Tirkî ya Qibirisa Bakur, bi mebesta piştevaniya Operasyona Çiqlê Zeytûnê serlêdana leşkeriya xwebexş kirin.