Ahmet Aydın
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
KILÎS
Terorîstên PYD/PKKya rêxistina terorê ya li Efrînê mûşek avêtin mizgefteke li bajarê Kilîsê.
Li gorî agahiyên sereke, seat derdora 18.10an de mûşek li mizgefta Çalik a li navenda bajêr ket. Di wê demê de hinek kesên ji cemaeta li mizgeftê birîndar bûn.

Piştî ku hêzên ewlekariyê gihîştin cihê bûyerê û tedbîrê ewlehiyê sitendin, birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
- Ji Walî Tekînarslan derbarê bûyerê de daxuyanî
Waliyê Kilîsê Mehmet Tekînarslan di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku di dema nimêja eşayê de 2 mûşek ketine navenda bajêr û yek ji wan li mizgefta Çalikê ket.
Tekînarslan destnîşan kir ku wê demê cemaetê li mizgeftê nimêj dikir û got, "Ji 18 kesên li mizgehftê 8 birîndar bûn. Rewşa 6an baş e. 1 ji herduyê ku bi dijwarî birîndar bûbûn canê xwe ji dest da. Xwedê rehma xwe lê bike."
Walî Tekînarslan eşkere kir ku mûşeka din li xaniyekî nêzîkî mizgeftê ketiye û 5 kes jî li wêderê birîndar bûne lê rewşa wan baş e.

Îro danê êvarê ji hêla Efrîna Sûriyeyê ji aliyê endamên PYD/PKKya rêxistina terorê ve bi navberî 2 mûşek hatibûn avêtin û bi giştî 13 kes birîndar bûbûn.