04 Nîsan 2020•Rojanekirin: 05 Nîsan 2020
Hat ragihandin di 8 hezar û 41 operasyonên ku Wezara Karên Navxweyî di çarçoveya operasyonên navwelêt da dide meşandin meha Adarê 89 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin di 8 hezar û 41 operasyonên ku Wezara Karên Navxweyî di çarçoveya operasyonên navwelêt da dide meşandin meha Adarê 89 terorîst hatin berterefkirin.
Hat diyarkirin ji 89 terorîstên hatin berterefkirin 52 jê endamê PKK/KCKyê, 30 jê endamê DEAŞê û 7 jê endamên rêxistinên terorê yên çepgir in.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin meha Adarê di çarçoveya sûcên terorê da 6 hezar û 36 hesabên medyaya civakî hatin lêkolînkirin û der barê 2 hezar û 752 kesan da kar û barên fermî dane destpêkirin.