ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi minasebeta 95emîn salvegera damezrandina Anadolu Agencyê (AA) peyama pîrozkirinê, ji Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê AAyê Şenol Kazancî re şand.
Erdogan got: "Anadolu Agency di salên têkoşîna milî de, ji bo der barê pêşveçûnên li welêt û dinyayê pêk tên, bi awayekî rast û bêalî ragihîne gelê me hat damezrandin. Anadolu Agency bi her awayî şahidiya damezrandina komara me kir û saziyeke kevnare ye."
"Ez bawer im ku dê di pêşerojê de, Anadolu Agency bêtir xwe pêşve bibe û xurt bibe. Ez salvegera damezrandina wê ji dil û can pîroz dikim."
Serokomar Erdogan got: " Ez, bi minasebeta 95emîn salvegera damezrandina Anadolu Agencyê (AA) hemû xebatkarên wê silav dikim û wan ji dil û can wan pîroz dikim."