Şivanên ku li gundên hawirdora navçeya Başqaleyê dijîn, havîn û zivistanê keriyên xwe yên pez xwedî dikin û hewceyiyên wan pêk tînin.
Şivan li cihên çiyayî û çal li pey mihên xwe ne û havîn û zivistanê karê xwe bi awayekî baş dikin.
Levent Tekînê 17 salî yê ku li navçeyê şivantiyê dike daxıyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku kar nedît şivantiyê dike.
Tekîn got ku ez ji bo debara xwe derxim di nav şert û mercên dijwar de şivantiyê dikim û wiha axivî: "Ji ber ku rewşa me ya aborî baş nebû, min nekarî ku bixwînim. Min ji ber ku kar nedît dest bi şivantiyê kir. Ez li emanetên ku gundiyan teslîmê min kirin, xwedî derdikevim. Çiqas dijwar jî be karê min ev e."