ANKARA
Anadolu Agency ji bo ku ji telefonan derfeta leztir û hêsantir gihana nûçeyan, bi dest bixin, xebatên xwe yên sepanên mobîl ên ku di Android û iOSê de dixebitin nû kir û versiyona nû ya iPadê jî xist dewrê.
Ji ber ku sepanên mobîl ên AAyê gelek tên ecibandin û li ser daxwazên ku ji derveyî welêt tên, ji bo bikarhênerên ku di qada global de dixwazin bigihêjin nûçeyan, sepana îngilizî pêş xist.
Anadolu Agency di çarçoveya Vîzyona xwe ya Sala 100emîn de sepanên li gor teknolojiya diguhere pêş xist. Yên dixwazin Anadolu Agencyê bişopînin dikarin van sepanan ji Google Play û Apple Storeyê daxînin.