22 Sibat 2016•Rojanekirin: 23 Sibat 2016
ANKARA/HELEB
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala xwe ya 5emîn da tevî pevçûnên dijwar ên di navbera terefan da dewam dike. Hêzên rejimê û muxalif li başûrê Helebê, li Turkmendagê, li beyarên Hema û Humsê û li rojhilatê Şamê şer dikin. Li aliyekî, li bakurê Helebê muxalif dijî baskê PKKyê yê Sûriyeyê PYDyê têdikoşin. Li aliyê din jî, DAEŞ li rojhilatê Helebê û li ser rêya Şam-Humsê hêzên rejimê dixe tengasiyê.
Li Sûriyeyê di hefteya dawîn da, li bakurê Helebê hêzên rejimê û PYDya baskê Sûriyeyê yê rêxistina terorê PKKyê ku Rûsya jî ji hewayê piştgiriya asîmanî dide wan û muxalif bi awayekî tund pevçûn. Hêzên rejimê pêwendiya muxalifên li navenda Helebê û yên li Azezê qut kiribû û herwisa korîdora mirovî ya Tirkiye-Helebê girtibû.
Di eynî wextê da hêzên girêdayî PYDyê, bi armanca bidestxistina kelehên dawîn ên muxalifan ên li bakurê Helebê, ewil Til Rifat wergirtin û dû re ji ser gundê Şêx Îsa ji bo ku bigehîjin Mareyê êrîşên xwe sincirandin.
Herçiqas ev 4 roj e li bakurê Helebê pevçûn kêm bûbin jî, lê îro dîsa firokeyên ûris êrîş birin ser Azezê. Li bakurê Helebê li Şêx Meqsûda di kontrola PYDyê da û li semtê Eşrefiyeyê hêzên rejimê û muxalif pev diçin.
Muxalif û hêzên PYDyê jî li rojavayê başûrê Azezê û li bakurê gundê Şêx Îsa li tanga gundê Eyn Dagneyê şer dikin.
Di vê navberê da li gorî agahiya ku ji jêderên herêmî hat wergirtin, PYD mozikên xwe yên li Efrînê dibe nava şêniyên sivîlan. Çavkanî dibêjin ku PYDyê hêza xwe parveyî tabûrên 200 kesî kiriye. Herwisa tê destnîşankirin ku ev hêza PYDyê berê dûrî şêniyên sivîlan bûn, lê vêga 5 tabûr vekişiyan nava şêniyên sivîlan.
Li rojhilatê Helebê jî hêzên rejimê û DAEŞ pev diçin. Rejimê nêzîkê navçeya Sifîreyê 13 gund bi dest xistin.
- Îdlib û Lazqiye
Vêga hê jî navçeya Maaret Nûman a li rojhilatê bakurê Îdlibê tûşî êrîşa firokeyên şer ên ûris tên.
Seranserê dawiya hefteyê li beyarên bakurê Lazqiyeyê li Turkmen Dagi û herêma Cebel Ekradê hêzên rejimê topbarana xwe domandin.
- Hema, Hums, Şam
Li beyarên Hema û Humsê jî hêzên rejimê û muxalif şer dikin.
Li gorî agahiya ku ji jêderên herêmî hat wergirtin, li rojhilatê bakurê Hemayê muxalifan gundê Nafiyê kirin jêr kontrola xwe û rêya hêzên rejimê ya Hema û başûrê Helebê qut kirin. Ji hêla din DAEŞê jî li rojhilatê bakurê Hemayê bajarokê Şeleleyê kir jêr kontrola xwe û rêya teqwiyeyê ya rejimê ya ku diçe rojhilatê Helebê birî.
Herêma Selamiyeyê ya ku li ser rêya Hema û Reqayê ye jî herêmeke germ e.
Li navçeya paytextê Kuneytrayê jî muxalif hem dijî DAEŞê û hem jî dijî hêzên rejimê şer dikin. Li ser rêya Hums-Şamê hersê alî jî hewl didin ku hakimiyeta xwe ava bikin.
Herwisa li navenda Şamê, li navçeyên rojhilatê wê Gûta, Cobar û Mercê, li navçeyên başûrê wê Dareyya û Muadîmiyeyê jî pevçûn dewam dikin.
Di vê navberê da di 20 sibatê da PYDyê Şeddadiyeya li bakurê Hesekeyê ya ku di warê rezervên xaz û neftê zengîn e kiribû jêr kontrola xwe û lê dîsa di encama pevçûnên gurr da DAEŞê navçe ji PYDyê standibû.