22 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
MUŞ
Li Erentepeya bajaroka Mûşê tewleyên heywanan ji ber berfê zirar dîtin. Welatiyên ku tewleyên wan hilweşiyane li ser berfê êm didin heywanên xwe.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berfa dibare dibe sedema gelek zehmetiyan. Ji van yek jî ew e ku welatî nikarin bi rehetî êm bidin heywanên xwe. Ji ber ku kadîn û tewleyên wan yan hilweşiyan e û yan jî zirar dîtine.
Abuzer Kesîkê li Erentepeyê (Lîz) dijî got ku îsal ji her sal zêdetir berf barî ye û wiha axivî: "Li vir hin tewle hilweşiyan. Kadînên me bi temamî di bin berfê de man.Em bi cîranên xwe ve dor bi dor berfa li ser kadînan, tewleyan û avahiyan paqij dikin."
Alî Ekîn jî got ku li herêmê zehmetiya zivistanê dewam dike.