19 Îlon 2015•Rojanekirin: 19 Îlon 2015
Di wesaîta Hevserokê HDPyê yê Edremîtê Recep Gultepe da 8 qalibên bombeyê, 3 bêtêl û melzemeyên teqemeniyê hatin qefaltin.
Li gor agahiyan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê da tîmên ewlehiyê operasyon kirin.
Hat destnîşankirin ku li taxa Cevdet Paşa di wesaîta Hevserokê HDPyê yê Edremîtê Recep Gultepe da 8 qalibên bombeyê, 3 bêtêl, 9 fişek, 2 têlefonên destan, qablo, pense û melzemeyên teqemeniyê hatin qefaltin.
Der barê bûyerê da Gultepe û kesek hat binçavkirin.
Piştî kar û barên li dozgeriyê Gultepe serbest hat berdan.