MOSKOVA
Wezîrê Vejenê yê Rûsyayê Aleksandr Novak diyar kir ku Gazprrom û Botaşê di mijara daxistina bihayê xaza sirûştî ya ji sedî 10,25an de li hev kirin lê hê jî peyman îmze nekirin.
Novak daxuyanî da endamên çapemeniyê û nûçeyên der heqê betalkirina projeya "Turk Akim"ê ya ku wê xaza Rûsyayê ji ser Tirkiyeyê bişîne Ewropayê derewand. Novak got ku ji Tirkiyeyê der heqê betalkirinê de ji wan re tu daxwaz nehat û got: "Em xebatên xwe yên ji bo li ser peymaneke di nav hikûmetan de pêk bê didomînin. Bi qasî ku em dizanin Tirkiye jî ji bo vê yekê dixebite."
Wezîrê Vejenê yê Rûsyayê Novak destnîşan kir ku Gazprom û BOTAŞê di mijara daxistina ji sedî 10,25an de li hev kirin.
Erdogan û Pûtîn payîzê wê bên bal hev
Ji hêla din ve berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov daxuyanî da û diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn wê payîzê bên bal hev û mijara sereke ya ku wê li serê bisekinin jî projeya xeta boriya xaza sirûştî ye.