18 Sibat 2016•Rojanekirin: 19 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Li ser rêya Diyarbekir û Bîngolê dema ku wesaîta leşkerî derbas dibû teqemeniya ku endamên PKKya rêxistina terorê kiribûn bin rê, teqandin. Di teqînê da 6 leşker cangorî bûn, leşkerek giran birîndar bû.
Wesaîta leşkeran dema ku ji lêgerîna mayînan vedigeriya, li ser rêya Diyarbekir û Bîngolê hinda taxa Mermerê teqemeniya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê di bin rê da bi cih kiribûn, hat teqandin. Di teqînê da 6 leşker cangorî bûn, leşkerek giran birîndar bû.
Leşkerê birîndar bi firokeyê va rakirin Nexweşxaneya Leşkeran ya Diyarbekirê.
Bi şideta teqînê di rê da çal çêbû. Cihê teqînê 100 mêtre dûrî îstgeheke sotemeniyê ye û piştî teqînê rêya Diyarbekir û Bîngolê hat girtin.
Ji bo terorîstên ku êrîş kirin, operasyonê dest pê kir.