18 Sibat 2016•Rojanekirin: 19 Sibat 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çû serdana baregeha Serokatiya Sererkaniyê û der barê êrîşa terorê ya ku li Enqereyê hat kirin da xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Her çiqas yên ku PKK û PYDyê îdare dikin bibêjin eleqeya me bi vê tuneye jî agahiyên li ber destê Wezareta Karên Navxweyî û rêxistinên me yên îstixbaratê, bi belgeyan nîşan didin ku ev bi destê wan hatiye kirin."
Erdogan destnîşan kir ku der barê bûyerê da 14 kes hatine binçavkirin û wiha got: "14 kes hatin binçavkirin. Vê gavê texmîna min 14 ne, lê wê ev tenê bi 14an nemîne, dewama wan jî wê werin girtin. Lewra têkiliya vî karî bi hundir û derva va ra heye, wê derkeve holê."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Vê bûyerê nîşan da ku li Tirkiyeyê operasyonên me yên ku li hemberî çalakiyên terorê yên di demên dawîn da zêde bûne, netîceyên baş radixe ber çavan. Ev netîceyên ku me bi dest xistin bi taybetî li welatê me û herî zêde jî li ser gelê herêmê netîceyên xwe nîşan dide."
Wezîrê Karên Derva Efkan Ala diyar kiribû ku li bajarên cuda 14 kes bi hinceta ku eleqeya wan bi êrîşa terorê ya li Enqereyê ra hene hatine binçavkirin û hinekên wan jî anîne Enqereyê.