ŞIRNAK
Dibistana li Cizreya navçeya Şirnexê ya ku dê bi zimanê kurdî perwerde bida, ji ber sedema bê destûr hatiye vekirin, hat mohrkirin.
Dibistana ku li Taxa Nûrê bi piştgiriya Komeleya Pêşveçûn û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî, Partiya Herêmên Demokratîk, Kongreya Civaka Demokratîk, Egîtîm-Sen û hin saziyên civakî yên sîvîl ve hat vekirin ku perwerdeya kurdî bide, hat girtin. Wezîfedaran avahî mohr kirin û lewheya wê rakirin.
Dibistanên ku li Baxlara navçeya Diyarbekirê û Yuksekovaya Hekariyê duh hatibûn vekirin ku bi zimanê kurdî perwerdeyê bidin jî, ji ber sedema bêdestûr hatine vekirin hatibûn mohrkirin.