ANKARA
Li gor biryarnameya waliyan, Waliyê Hatayê Mehmet Cemalettîn Lekesîz bû Midûrê Giştî yê Ewlekariyê. Mehmet Kiliçlarê ku ev wezîfe dikir jî bû Waliyê Ankarayê, Vasîp Şahîn bû Waliyê Stenbolê. Midûrê Giştî yê TRTyê Îbrahîm Şahîn jî bû Waliyê Samsunê.
Li gor hejmara Rojnameya Fermî ya îro hat weşandin,Waliyê Hatayê Mehmet Cemalettîn Lekesîz bû Midûrê Giştî yê Ewlekariyê, Mehmet Kiliçlar bû Waliyê Ankarayê û Waliyê Malatyayê Vasîp Şahîn jî bû Waliyê Stenbolê.
Li gor biryarnameyê Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu jî li navendê hat wezîfedarkirin.
Waliyên ku wezîfeyên wan hatin guhertin ev in;
Waliyê Malatyayê Vasîp Şahîn bû Waliyê Stenbolê. Waliyê Kirklareliyê Mustafa Yaman bû Waliyê Balikesîrê. Waliyê Navendê Yusuf Odabaş bû Waliyê Bayburtê, Waliyê Navendê Ahmet Kara bû Waliyê Çorumê, Waliyê Kahramanmaraşê Şukru Kocatepe bû Waliyê Denîzliyê. Waliyê Samsunê Huseyîn Aksoy bû Waliyê Diyarbekirê, Waliyê Navend Suleyman Karaman bû Waliyê Erzîncanê. Waliyê Kocaeliyê Ercan Topaca bû Waliyê Hatayê. Waliyê Muglayê Mustafa Hakan Guvençer bû Waliyê Kahramanmaraşê, Waliya Yalovayê Esengul Cîvelek bû Waliya Kirklareliyê. Waliyê Navendê Necatî Şenturk bû Waliyê Kirşehîrê, Waliyê Mersînê Hasan Basrî Guzeloglu bû Waliyê Kocaeliyê. Waliyê navend Suleyman Kamçı bû Waliyê Malatyayê, Waliyê Kirşehîrê Ozdemîr Çakacak bû Waliyê Mersînê. Waliyê Navendê Amîr Çîçek bû Waliyê Muglayê, Waliyê Navend Kerem Al bû Waliyê Osmaniyeyê. Waliyê navend Selîm Cebîroglu bû Waliyê Yalovayê. Midûrê Giştî yê TRTyê Îbrahîm Şahîn jî bû Waliyê Samsunê.
Ji hêla din Musteşarê Wezareta Karên Navxweyî Seyfullah Hacimuftuoglu jî bû Sekreterê Giştî yê MGKyê.Sekreterê Giştî yê MGKyê Muammer Turker jî bû Waliyê Antalyayê. Waliyê Antalyayê Sebahattîn Ozturk li Musteşariya Wezareta Karên Navxweyî hat wezîfedarkirin.