Türkan Tosun
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Doza 149 polêsên ku ji ber îdiaya bernameya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ByLock xebitandine û jê 114 kes girtîne, dewam dike.
Rûniştina dozê li salona mezin a 1emîn ya li hemberê Avahiya Saziyên Înfaza Cezayê ya Silîvriyê ji hêla Dadgeha Cezaya Giran a 14emîn a Stenbolê va tê meşandin.
114 bersûc û parêzerên wan beşdarî dozê bûn û bersûc xwe diparêzin.
- Ji îdianameyê
Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komara Stenbolê îdianame amade kiribû.
Di îdianameyê de der barê 149 xebatkarên ewlehiyê yên berê yên ku jê 114 kes hatine girtin de ji ber îdiaya bernameya ByLockê xebitandine û endamê rêxistina terorê ya biçek in 15 sal cezayê hepsê tê xwestin.