20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
ANKARA
Wezîfedarên ewlehiyê yên Fermandariya Tugaya Hidûd ya Hekariyê ya Duduyan dema ji Çukurcayê derbasî Wanê dibûn rastî êrîşa bi roket û çekên lûledirêj hatin. Di êrîşê da leşkerek şehîd ket û 6 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya Sererkaniyê, di saet 23.00an da dema personelên wezîfedar ên Fermandariya Tugaya Hidûd ya Hekariyê ya Duduyan ji Çûkûrcayê derbasî Wanê dibûn, rastî êrîşa rêxistina terorê ya bi roket û çekên lûledirêj hatin. Di êrîşê da leşkerek şehîd ket, 6 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku leşkerên birîndar sewqî nexweşxaneyan kirin.