09 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, di çarçoveya doza ku bi sedema alîkariya endamên PKKya rêxistina terorê, li dijî hinek şaredariyan vekiriye da, gelek ji wesayitên şaredariyê hatin desteserkirin.
Danîna barîkatan, kolana xendekan û bicihkirina teqemeniyê li gelek xalên Sûr û Sîlvana navçeyên Diyarbekirê, ji aliyê terorîstan ve, gelê herêmê mexdûr dike.
Serdozgerî, bi sedema ku alîkariya endamên rêxistinê kirine, der barê 6 şaredariyên navçeyên Diyarbekirê, jêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya jêpirsîna ku der barê şaredariyên Dîcle, Sîlvan, Sûr, Qulp, Bismil û Licê dane destpêkirin, hinek kepçe, wesayît, wesayîtên kar yên şaredariyên navçeyan û kepçeyeke traktor ya Rêveberiya Kanalîzasyon û Avê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) hatin desteserkirin.
Ji bo karmendên şaredariyan yên ku hatin binçavkirin yên bi navên, F.K, H.C, A.R.Ç, Y.S, A.O ve A.O. ji aliyê dadgehê ve biryarê girtinê hat dayîn û avêtin girtîgehê.
Jêpirsîn didome.